Hin çavkaniyên nûçan li bara firîna du saetî ya balefireke sîxoriyê ya Emerîkayê nêzîkî meqera hewayî ya Rûsiyê li Hemîmîma Sûriyê agahî dan.
Li gorî rapora roja yekşemê ya Fars New`ê, malpera nûçan a Fort Rasê nivîsî: Balefira sîxoriyê ya hêza deryayî ya Emerîkayê ya Boeing Poseidon-8 (P-8), firîneke du saetî bo peravên Sûriyê kir û çend caran li meqera hewayî ya Rûsiyê li Hemîmîmê li parêzgeha Laziqiyê li bakurê rojava vî welatî nêzîk bûye.
Li gorî vê raporê, Emerîkayê vê dawiyê firînên xwe yên keşfê li sînorên Rûsiyê jî berfireh kirine bi curekê ku heftiya buhurî Boeingeke AC-135 a vî welatî, firîneke keşfê ya sê sietî nêzîkî nîv girava Kêrîmê cih aniye.