İslami Davet Kurdi Bange İslami

Firînên balafirên Boeing 737 MAX-8 li Amerîkayê hat rawestandin

Piştî bûyera ketina balafira Boeinga 737 MAX-8 li Îtiyûpyayê û mirina 157 kesan serokomarê Amerîkayê jî neçar ma ku firîna van balafiran li vî welatî de bide rawestandin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump piştî vê yekê neçar ma firîna  balafirên Boeing 737 MAX-8 li Amerîkayê bide rawestandinê ku Kanadayê duh firîna van cure balafiran da rawestandin.

Berî vê yekê Mekzîka, Îtiyûpya, Malezya, Semgapûr, Çîn, Awistralya, Brîtanya, Brazîl, Oman, Almanya, Iraq û Ûkrayînê firîna balafirên Boeing 737 MAX-8 li van welatana dan rawestandin. Piştî vê yekê nirxa parûpişkên Kompaniya Boeing li bûrsên Amerîkayê derdora sedî 11 daket.

  Balafira Boeinga 737 MAX-8  roja  10 Adarê ji paytexta Îtiyûpyayê Adîs Ababê diçû Nayrobiyê paytexta Kenyayê  ku çend deqîqan piştî rabûnê kete erdê û 157 lêniştiyên wê can dan.

Cotmeha 2018 jî balafireke Boeing 737 MAX-8 li Endonezyayê kete erdê ku di encamê de 189 lêniştiyên wê jiyana xwe ji dest dan.

Exit mobile version