ÎranNûçeRojhilatanavin

Celîlî: Îran rê li ber cihanîna nexşeyên istikbara cîhanî li navçeyê digire

Endamê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê rê li ber serêxwegirtina nexşeyên nerewa yên istikbara cîhanî li navçeya Rojhilata Navînê girt.

Seîd Celîlî, endamê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê êvara pêncşemiyê li nav komeke xwendekarên Hormozganê li başûrtê Îranê destnîşan kir: Ji ber hebûna çanda binirx a Berevaniya Pîroz (berevaniya Îranê li hemberî şerê sepandî yê heştsal
î yê Rêjîma Beisa Iraqê di deheya 1980`î da) kes nawêre ku destdirêjiya ser sînorên Îrana Îslamî bike.

Endamê Konseya Bilind a Ewlehiya neteweyiya Îranê her iwha got: Palpiştiya li sermiyamnên binirx ên Berevaniya Pîroz bûye sebeb ku ewlehiya mayînde li Îranê pêk were û tecrubeyên wergirtî ji ji şerê sepandî li bereyên din ên rûbirûbûna gelê Îranê digel dijminên xwe di asta navçeyê da jî were biakranîn.

Celîlî destnîşan kir: Tirsandina tgelan ji Înqilaba îslamî û Tirsandina ji îranê beşeke din ji komployên dijminan bû; Lê ramana ku bûye sebeb Îran pêşda bikeve û gef bên wêdadayîn, liv û tevgerên înqilabî û ramanaî înqilabî bûye.

Endamê Konseya Bilidn  Ewlehiya Neteweyiya Îranê bal kişande ser bêsoziyên berdewam lên Amerîkayê li warê cihanîna Lihevkirina Navokî di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar û got: Roja îro hemî gelê Îranê dizane ku meriv niakre pêbaweriya xwe bi Amerîkayê bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu