NûçeRojhilatanavinSûriye

Firokên şerî yên Sûriyê pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata Şamê bombebaran kirin

Firokên şerî yên Sûriyê pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata Şamê û herwisa pêgehên terorîstên Cibhetul-Nusreh li navça Erebîn li Quta Rojhilatî bombebaran kirin.

Bingehên agehdare sûrî ragihandin ku Firokên şerî yên Sûriyê ev pêgehên terorîstan bi tamî kirine hedefa êrişên xwe ûniha jî şer û pevçûna artêşa Sûriyê û grûpên terorîstî li derûdora îdara teranzîta navça Erebîn berdewam e.

Gor nûçeyekî din ji Sûriyê serkirdeyekî terorîstên DAIŞ`ê jî li nav axa Sûriyê hate kuştin.

Berpirsê dadgeha Şeriyî ya grûpa terorîst a DAIŞ`ê li navça Qelemûna rojavayî li nav axa Sûriyê hate kuştin navê vî serkirdeyê terorîstên DAIŞ`ê Ehmed Velîd El-Ebd nasyar bi Ebûlbera e û dibêjin ku ew berpirsê terorîstên Qelmûna rojavayî bûye û ji ber teqîna bombekê hatiye kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu