ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Firokên şêrr ên Erebistanê li çend saetan 25 caran Sena bombebaran kirin

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Mesîreh, Firokên şêrr ên Erebistanê ji îro serê sibê li mudeha çend saetan 25 caran Sena paytexta Yemenê bombebaran kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a El-Mesîreh, Firokên  şêrr ên Erebistanê ji îro serê sibê va şîdet dane êrişên xwe yên ser axa Yemenê û hatiye ragihandin ku  li heyama çend saetan  13 caran navça Wadîser, 7 caran bajarokê Benî Meter, sê caran koşka serokkomariya Yemenê li Nehdînê û du caran jî navça Sebeyîna Senayê bombebaran kirin.

Bingehên nûçan ragihandine ku li êrişa firokên Erebistanê ser navça Sebetîna Senayê herî kêm du kesên sivîl hatine kuştin.

Duh yekşemê bi hezaran kes ji xelkê Yemenê ji ber xatira salvegera rojbûna Hezretê Muhemmed (S) li navça Sebeyîna Senayê kom bibûn.

Duh yekşemê jî firokên şêrr ên Erebistanê navça Şeda li bajarê Seidê 6 caran bombebaran kirin ku li van êrişan jî 6 kesên sivîl hatine kuştin û birek jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu