NûçeRojhilatanavinSûriye

Şeytana mezin Amerîka sîvilan qetl kir: 20 sîvil hat kuştin

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fermî ya hikûmeta Sûrîyê (SANA), Di encama êrişa balafirên cengê yên Hevalbendîya qaşo Dijî DAIŞ`ê ser gundê Bagoza Jorîn li başûra rojhilata Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê da herîkêm 20 kesan ji wan çend jin û zarokan canê xwe ji dest dan.

Balafirên cengê yên hevalbendîya qaşo Dijî DAIŞ`ê bi fermandetîya Amerîkayê roja Pêncşem 13`ê Çillê jî gundê Şeifê û bajarokê Keşkîyê li başûra rojhilata Dêrezorê dan ber bombeyan ku di encamê de herîkêm 21 sivîl hatin kuştinê.

Koma Çavdêr a Airwars`ê ku êrişên Hevalbendîya Navnetewî ya qaşo Dijî DAIŞ`ê ya bi fermandetîya Amerîkayê li Iraq û Sûrîyê dişopîne vê dawîyê ragihand ku ji sala 2014`an ve zêde ji 5 hezar sivîl di encama êrişên hewayî yên hevalbendîya amerîkî li Iraq û Sûrîyê da hatine kuştinê.

Başa dön tuşu