ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê karên derve yê New Zîlandê ligel Şemxanî

Sekreterê Civata Bilinda Elwehiya Netewî ya Komara Islamiya Îranê, durûtî û kiryarên nezelal ên Amerîkayê sedemên herî girîng ên sistbûna cihanîna sozên welatên endamê Koma 5+1`ê yêkildarî rêketinama navokiya Îranê û vê komê zanîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elî Şemxanî sekreterê Konseya Bilinda Ewlehiya Netewî ya Komara Islamiya Îranê îro danê êvarê li hevdîtina tev Morî Mek Kalî wezîrê karên derve yê New Zîlandê li bajarê Têhranê got: Tevî nêta xêrê û pak a Îranê jibo cihanîna rêketinama navokî û her wiha hewldanên kêrhatî yên hin welatên îmzakirê rêketinamê jibo lezandina cihanîna vê rêketinamê, kiryarên durû û serûbinî nezelal ên Amerîkayê hela jî sedema dilgiraniya cidî ne.

Şemxanî bal kişande ser nêrînên wekhev ên Îranê û New Zêlandê li mijarên wekî jiçekirina navokî, têkoşîna li hemberî madeyên hişber û guhertinên rewşa av û hewayê û got: Zemîneyên guncav jibo berfirekirina hevkariyên Îran û New Zêlandê di warên ticarî, siyasî û aborî da hene.

Şemxanî bal kişande ser endametiya New Zîlandê li Civata Ewlehiyê ya NY û Hevalbendiya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê û fanatîsm û têrorîsm gefa herî mezin a l idijî ewlehiya cîhana roja îro zanî û got: Astengî û belaya herî mezin a ser riya têkoşîna li hemberî têrorîsmê reftara durû ya hin welatên piştgirê fikrên tekfîrî li bara vê diyardeya şûm e.

Moray Mek Kalî jî li vê hevdîtinê li ser viyana welatê xwe jibo bihêzkirina peywendiyên giştalî ligel Îranê sekinî û got: Îran weatekî mezin, bihêz û bibandor li muadileyên siyasî, ewlehî û aboriya navçê ye.

Wezîrê karên derve yê New ZÊlandê her wiha li ser viyana cidî ya welatê xwe jibo têkoşîna li hemberî têrorîsmê di çarçova Hevalbendiya Navnetewî ya Dijî DAIŞ`ê da sekinî û got: New Zêland xetera têrorîsmê baş seh dike û li ser pêwîstiya têkoşîna rastî li hemberî wê disekine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu