Firokeyeke şer ya Rûsya li Sûriyê ket, 2 pîlotên wê mirin.
Artêşa Rûsya ragihand, îro danê sibê firokeyeke wan ya SU-300, dema ji firokexaneya Himêmîm ya Sûriyê rabû, piştî demek kurt ket.
Li gorî agahiyên artêşê, di wê rûdanê de 2 pîlotên ku di nav firokê de bûn, mirin.
Hat gotin ku firoke li refek teyr ketiye û teyrek ketiye nav motora wê ji ber wê jî ketiye erdê.