Beşa agahiyên firrînê ya firokexaneyên îranê ragihand: Firokeya Boyînga 737 a Kompaniya Air Shuttle ya Norwêjê piştî amadekirin û sazkirina motora nû, serê axir berbanga Şemiyê ji sînorên esmanî yên Îranê derket.
Ev firoke roja 14ê Kanûna 2018an dema ku ji Dubeya Imaratê dest bi firrînê kiribû, ji ber kêşeya teknîkî ya yek ji motorên wê, bi awayê awarte li firokexaneya Şîrazê daket.
Xizmetkar û rêwî roja din bi firrînekê ji Şîrazê derketin, lê firoke ji ber nebûna tîkeyên pêwîst, li Îranê ma.
Piştî bêsoziya Amerîkayê û derketina vî welatî ji Lihevkirina Atomî, hatina berhemên ku Amerîka herîkêm sedî 10ê li berhemanîna wan pişkdar e, girêdayî bi îzna Wezareta Xezînedariya vî welatî y6e û ji ber vê yekê firokeya Norwêjî zêde ji du mehan li firokexaneya Şîrazê ma.