ÎranNûçeRojhilatanavin

Firokeyên bêfirokevan beşa pêncan a hêza deryayiya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ye

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sepah News`ê, fermandarê hêza deryayiya Sipahê pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê, deryadar Elî Fedewî li serdana fermandetiya Pehpadan (Firokeyên bêfirokevan) a vê hêzê li axaftinekê bal kişande ser rola girîng û bibandor a firokeyên naskirin û opêrasiyonê û got: Pehpad ji amorên girîng ên hêza deryayiya Sipahê ne.

Deryadar Fedewî şiyana soberîbarî, mûşekî û hewa-deryayê ji stûn û binyatên şiyana cengê û opêrasiyonê ya hêza deryayiya Sipahê da zanîn û her viha got: Derbasbûna demê rola pehpad û firokeyên ku dikevin vê rêzê li warê çekdariya dinyayê zêdetir ji berê eşkere dibe.

Fermandarê hêza deryayiya Sipahê pasdarên Inqilaba Islamî ya îranê got: Pehpad dikare li çarçoveya naskirinên hêz aderyayiya Sipahê ku ciyawaz ligel naskirinên din ên cîhanê li bara şiyana deryayî ye, cîgeha xwe ya rastîn peyda bke.

Deryadar Fedewî naskirina dijmin wek taybetmendiya girîng li Inqilaba Islamî da zanîn û her viha got: Dijminê sereke yê Komara Islamî ya Îranê amerîkî ne, ne ku hinek ji welatên lawaz û biçûk. Loma dijminê me Amerîak ye ku yên din li cîhanê ev welata wek hêzeke madî nas kirine û baweriya wan heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu