Firokeyên bomberêj ên Erebistanan Siûdiyê berêvariya roja Îniyê, bendera Xoxeyê li parêzgeha Hedîdeya Yemenê dane ber bombeyan ku di encamê da herîkêm 8 masîgirên yemenî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî ragiahndina IRNA`yê, li dû êrîşa Firokweyên bomberêj ên Erebistanan Siûdiyê, masîgirekî din ê yemenî jî wenda bûye.
Erebistana Siûdiyê bi piştgirîya Amerîkayê û di bin siya bêîdengiya Rêxistina Neteqweyên Yekbûyî (NY) ji 26`ê Adara 2015`an va destdirêjiya xwe ya leşkerî li ser Yemen ê ûdorpêçkirina erdî, hewayî û deryayî ya vî welatî bi mheneya vegerandina Ebde Rebbe Mensûr Hadî serokomarê revîyayî û îstîfakirî yê Yemenê ser desthilatê dest pê kiriye.
Ji ber vê destdirêjiya leşkerî zêde ji 12 hezar yemeniyan hatione kuştin, bi dehan hezar kesî birîndar û bi miliyonan kes ji yemeniyan jî aware û bêşûnûwar bûne û gellek ji binavahiyên vî welatî kavil û wêran bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).