AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Salihî: Pêşeya navokî semboleke stratejîk di navbera Îran û Rûsyayê da ye

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê got ku pêşeya navokî bûye nîşaneke stratejîk di navbera Komara Islamî ya Îranê û Rûsîyê da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Elîekber Salihî, serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranêîro l icivîna rojnamevanîyê ya li rex destpêbûna karê avakirina beşên duyem û sêyem ên hêzgeha Bûşêhrê li başûra Îranê herviha got: Peywendîyên Îran û Rûsyayê ber bi berfirebûnê ne û rayedarên pilebilind ên Îran ser zêdekriina danûistandinên navnetewî nemaze yên ligel Ûrsêtê disekinin.

Salihî herviha rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê xweşkira rê jibo avakirina hêzgehên navokî yên nû li Îranê zanî û ragihand ku rêvebirina beşa yekem a hêzgeha Bûşêhrê niha tam radestî pisporên îranî hatîye kirinê.

Wî herviha got ku bi saya danûistandina kêrhatî ya delweta Îranê, zemîneyek jibo berfirekirina sûdwergirtina ji taybetmendî û xêrên enerjîya biaîtî ya navokî di çarçova sîstema kontrolê û anegorî NPT`yê baş pêşda here.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê berhemanîna hevpar a ardûyê û îzotopên mayinde li Îranê ji planên din ên hevpar di navbera Îran û Rûsyayê da zanî û bibîr xist, damezirandina yekîneyên nû yên hêzgehên navokî bi asta herîjorîn a ewlehîyê, tevî alîkarîya jibo dabînkirina enerjîyê û parastina çavkanîyên xwezayî, dibe sedema parastina 22 milyon bermîl nifta xav û girtina pêşîya belavbûna 14 milyon ton gemarîyê li jîngehê.

Proja damezirandina beşên 2 û 3 yên hêzgeha atomî ya Bûşêhrê îro bi amadebûna Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokomarê Îranê, Elîekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê û Sêrgêyî Kirînko serokê Kompanîya Rûsatomê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu