AborîEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevkariya Îran û Efrîqaya başûrê li warê nift û gazê

Serokê lêkolîngeha pêşeya nifta Îranê got: Îran û Efrîqaya başûrê li warê nift û gazê hevkariyê dikin.

Hemîdriza Katoziyan, serokê lêkolîngeha pêşeya nifta Îranê li gotûbêja tev kanala ragihandinê ya nift û enerjiyê, ŞANA`yê bal kişand ser hevhatina ku duh navbera lêkolîngeh û şîrketa neteweyî ya nifta Efrîqaya başûrê li Têhranê hat îmze kirin û destnîşan kir : Li gorî vê hevhatinamê, her du alî li warê teknolojiya GTL (avekîkirina gazê) û nifta xav hevkariyê dikin .

Hemîdriza Katoziyan serokê lêkolîngeha pêşeya nifta Îranê û Baksola G. Zuwîn alîkarê serokê şîrketa neteweyî ya nifta Efrîqaya başûrê, duh li hizûra serokomarên Îran û Efrîqaya başûrê û Bîjen Zengeneê wezîrê niftê yê Îranê hevhatinama hevkariya hevpar îmze kirin . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu