ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Firokeyên şêrr ên Siûdiyan mal û zeviyên welatiyên yemenî dane ber bombeyan

Hêzên artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê jî roja Duşemiyê wek bersiva li hemberî destdirêjiya kirêgirtiyên Sûdî panzêr û erebeyeke hilgirê çekdar û kirêgirtiyên Siûdî li parêzgeha Esîrê li başûrê Erebistanê şewitandin.

Her wiha Hêzên artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê rê li ber pêşdaçûna kirêgirtiyên Siûdî li derbasgeha Elebê li Esîrê girtin û ziyanên giran ên leşkerî û canî li wan xistin.

Hêza berevaniyê ya artêş û Komîteyên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçbûna giştalî ya vî welatî ji aliyê Rêjîma Siûdî va roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Serleşker Elî El Mûşekî Alîkarê serokê Erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Yemenê vê dawiyê ragihand ku hêzên yemenî soz dane ku tu destdirêjkerek zindî ji Yemenê dernekeve.

Başa dön tuşu