İslami Davet Kurdi Bange İslami

Firotina 120 milyon dolarî ya berhemên navendên zanistî yên Îranê bo derve

Muhsin Behramî serokê Sazîya Esmanî ya Îranê duh li koma nimêjkerên bajarê Amolê li bakûra Îranê got: Dewleta 11`an (dewleta Rûhanî) karê xwe bi derfirotina 3 milyon dolarî ya beşa berhemên zanistî destpê kir ku karî mideha 3 salan da wê ji sedî 40 zêde bike.

Behramî pêşdaçûna Îranê di hin warên zanistê da bêmînak wesif kir û got: Dewleta 11`an di warê berhemanîna zanistê li welêt li beşên nijyarên sermayedanînê, bingehsazîyeke guncav kirîye.

Serokê Sazîya Esmanî ya Îranê herwiha got: Pêşketina Îranê di warêanistê da di van sê salên dawîyê da bûye sebeb ku rewşa Komara Islamî ya Îranê ku di nirxandinên navnetewî û amarên cehanî da tu cîgehek tinebû, roja îro bi jortdaçûneke berbiçav di nav welatên pêşketî û berbipêş da cî bigire.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version