ÎranNûçeRojhilatanavin

Çîn li dijî pêkanîna Koma Dijî Îranê ji hêla Amerîkayê ve derket

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê got: Pêken ji pêkanîna Koma Dijî Îranê ya ji hêla Amerîkayê ve peyrevîyê nake.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Lu Kang îro herwiha got: Çîn li dijî kiryara Amerîkayê ya pêkanîna Koma Dijî Îranê li Wezareta Karên Derve ya wî welatî ye û Pêken ji vê kiryara Waşîngtonê peyrevîyê nake.

Wî herwiha got: Pêkanîna vê komê li Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dê bibe sedema bêistiqrarî û bêewlehîtîyê li herêmê û Çîn tu wexta vê yekê qebûl nake.

Mike Pompeo wezîrê karên derve yê Amerîkayê vê dawîyê ragihand ku Koma Dijî Îranê li Wezareta Karên Derve ya vî welatî bi merema hevdengkirina sazî û dezgehên hundurê Amerîkayê ji bo şopandina istiratêjîyên li dijî Îraên hatîye pêkanînê.

Başa dön tuşu