AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Firotina ava giran a Îranê bo Amerîka hate piştrast kirin

Berdevkê saziya Enirjiya atomî ya Îranê got: Ava giran a Îranê ku firotine Amerîka , nîzikî mehek din digihêje vî welatî.

Bêhrûz Kemalvendî berdevkê saziya Enirjiya atomî ya Îranê li gotûbêja xwe ya duh şemiyê tev telivîzyonê bal kişande ser viya ku barekî 32 tonî ji ava giran a ku Îranê firotiye Amerîka çen roj berî niha gihêşte destê Amerîka got: Ji ber nîgeraniya ku li bara çawaniya istandina diravê vê ava giran bo Amerîka hebû ku ew jî dizivire ser pêbend nebûna Amerîka bi soz û qirarên xwe , li qirarnama nû ku hate îmzakirin ew nîgeraniya çareser bû û piştî ku Îranê parê xwe istand, ava giran ji bo wan şand.

Li gor rapora IRIB News`ê, Bêhrûz Kemalvendî got: Ava giran karayiyên wekî mesrefa hêzgehî û lêkolînî heye û bona firotina vê avê Îranê tev 3 yan 4 welatan gotûbêj kirine û ji ber biryarên nû yên kongera Amerîka ku îzna kirîna vê avê ji Îranê nedaye dewletê, eger Amerîka vê ava giran nekire, Têhran dê bifroşe welatekî din.

Kongera Amerîka ku li destê Komarîxwazên vî welatî ye, 14 Tîrmehê du biryarnamên dijî Îranê îmzakirin.

Gor daxûyaniyekê firotina balafirên musafirî ya Boyîng bo Îranê û kirîna ava giran ji Amerîka qedexe bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu