Grûpa teorîstî ya DAIŞ`ê li dewama cinayetên xwe li Iraqê hejmarek ji jinên ku revandine, li Kerkûkê difroşe.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Someriye Newsa Iraqê, grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ev jin ji Mûsilê revandin û li bajarê Hewîcê li başûrê rojava parêzgeha Kerkûkê bazara kolefiroşiyê bi rê xistiye.
Bajarê Hewîcê hîn di kontrola terîstên DAIŞ`ê de ye û hêzên artêşa Iraqê xwe jibo cihanîna operasyona zadakirina vê anvçê amade dikin.
Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ku ji sala 2014`an ve hin beşên bakur û rojavaya Iraqê xistin bin kontrola xwe, jin û keçên iraqî ji qewm û olên curbicur kirine koleya cinsî. Piştî azadkirina Mûsilê li bakurê Iraqê ji lepên DAIŞ`ê, nûçeyên êxsîrbûna keç û jina û firotina wan zêde bûne.
Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, berpirsekî iraqî li parêzgeha Enbarê li bara evîna 350 kesên sivîl ji navçên di bin kontrola DAIŞ`ê li vê parêzgehê agahî da.
Li gorî gotina Îmad El-Duleymî qayimeqamê bajarê El-Rutebê li parzêgeha Enbarê piraniya kesên sivîl ku ji dest DAIŞ`ê revîne , jin, zarok û kesên kal in.
El-Duleymî herwiha diyar kir. Aware jibo revîna ji navçên bin kontrola DAIŞ`ê ser her kesî 300 dolarî didin qaçaxçiyên mirovan.