AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Firotina nifta xav a Îranê bo welatên ewropî di meha Kanûna 2016`an da anegorî meha berî wê ango meha Mijdarê ji sedî 10 zêde bûye

Li gorî rapora kanala ragihandinê ya nift û enerjîyê (SHANA), rêvebirîya karên welatên firoşerê niftê (OPEC) û peywendîyên ligel civatên enerjîyê ragihand: Firotina nifta xav a Îranê bo Ewropayê di meha Kanûna buhurî da giheşt 767 hezar bermîlî di rojê da ku anegorî meha berî wê ji sedî 10 jorda çûye.

Li gorî vê raporê, firotina nifta xav a Îranê bo Tirkîye û Îtalîyayê di meha Kanûna sala 2016`an da 190 hezar bermîl û bo Spanîya û Yûnanê jî  97 hezar bermîlî di rojê da bûye.

Firotina nifta xav a Îranê bo welatên ewropî ku bi hegera boykotan hatibû sekinandinê, bi dû cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê destpê bû û niha şîrketên Total, Repsol, Ani, Lotos, Helnik û gellek şîrketên din ên niftê yên ewropî ji bikirrên ewropî yên nifta Îranê bi dû rêketinama navokî ne.

Di vî halî da 2 gemîyên nifthilgir ên îranî ku 2 milyon bermîl nifta xav bo cara yekem piştî rakirina boykotên li dijî Komara Islamî ya Îranê, ber bi bendera Rotêrdam a Holandayê hatine şandinê.

Çavkanîyên rojavayî ragihandin ku birêxistina wan 2 gemîyên nifthilgir nîşan dide ku Îranê berbendên ser rêya wergirtina pişka xwe li bazara niftê ku mideha boykotên ser vî welatî sepandî da ji dest da bû, rakirine.

Li gorî gotina Bîjen Zengene, wezîrê niftê yê Îranê, niha Îran di rojê da 3 milyon û 900 hezar bermîl niftê derdixe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu