ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Baqirî: Her gefxwarina dijî gelê Îranê dê pêrgî bersiva tepeserkir bibe

Serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê li daxûyanîyekê bal kişand ser helwestên şerrxwazane yên hikimdarên Amerîkayê û pêgirî kir: Hêzên çekdar ên Îranê dê li hemberî her gefa dijî miletê Îranê, bersiveke tepeserkir û poşmankir bidin.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê duh wek berteka li hemberî gotinên hişyarkirinê yên serokomarê Îranê, li rûpela xwe ya Tiwwîterê nivîsî: Tu wexta gefa li Amerîkayê nekin, ji ber ku hûn dê berdêla wê bidin.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê di 21`ê Tîrmehê de got: Serokomarê Amerîkayê bila bizane ku Îran di dirêjahîya dîrokê de garantorê rêya deryayî ya li herêmê ango Tengava Hormizê bûye û bila bi dêla şêr re nelîze, ji ber ku bersiva Îranê dê poşmankir be.

Serleşker Mihemed Baqirî, Serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê li dewama vê daxûyanîyê got: Xeyalên pûç ên serokomarê Amerîkayê li hember şîyanên matmayîkir ên gel û hêzên çekdar ên Îranê tu wexta pêk nayên.

Serleşker Baqirî li dewama vê daxûyanîyê bal kişand ser xeyala serokomarê Amerîkayê ji bo birêxistina nakokî û alozîyê li nav çîn û qatên gelê Îranê bi rêka zextên aborîyê û pêgirî kir: Gelê Îranê bi parastina tifaq û hevgirtina xwe nemaze li hemberî Amerîka û rêjîma sexte ya Sîyonîst hemî komployên dijminan pûç kirine.

Serokerkanê hêzên çekdar ên Îranê pêgirî kir ku gelê Îranê destpêkirê hîç şerekî nebûye û got: Komara Islamî ya Îranê hertim alahilgirê aştî, istiqrar û aramîyê li herêmê bûye û wek hêza serdest li Kendava Farsê û Tengava Hormizê, hertim garantorê ewlehîya vê şahrêya deryayî ya aborî û girîng a cîhanî bûye û şîyana bikaranîna her tivdîrekê li navçê jî heye.

Başa dön tuşu