ÎranNûçeRojhilatanavin

Fîrozabadî: Amerîka li dû dewama şêr li Sûriyê ye

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê got: Amerîka ji bo bandora li hilbijartina serokomartiya vî welatî li dû domandina şêrr li Sûriyê ye.

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê, serdar serleşker seyd Hesen Fîrozabadî roja pêncşemiyê, 12`ê Gulana 2016`an, li axaftinekê bal kişande ser hewildana Amerîkayê ji bo rêvebirina guhertinên navçeyê û bikaranîna rewşa pêkhatî ji ber tevgerên têrorîstan li Sûriyê ji bo bidestxistina armancên xwe yên hilbijartina serokoamrtiya Amerîkayê û got: Amerîka şer û cinayetên têrorîstan li Sûriyê ji bo bandordanîna li hilbijartina serokomartiya vî welatî didomîne.

Serleşker Fîrozabadî her viha got: Taxima desthilatdar a Amerîkayê û serokomarê niha yê vî welatî serketina partiya xwe bi bihayê piştgiriya ji têrorîstan û rijandina xwîna gelê bindest û bêpenah ê Sûriyê dixwaze û zexta ji bo wêdaçûna Beşar Esed, serokomarê Sûriyê jî ji bo vê mebestê ye.

Serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê bi gotina viya ku gelê Amerîkayê divê îznê nedin dewletê ku cinayetan ji bo bandora ser hilbijartinê pêk bîne, got: Pênc sal piştgiriya ji têrorîsmê û damezirandina DAIŞ`ê û rijandina xwîna gel li Sûriyê nekariye gelê vî welatî neçar bike ku çok li erdê daynin.

Serleşker Fîrozabadî tevî pêgiriya li ser viya ku amerîkî dê li sala din jî nekarin armanca xwe bixin warê pratîkê, destnîşan kir: Berovajî xewn û xeyal û hêviyên Amerîkayê, dê Beşar Esed bimîne û bi serketina gelê Sûriyê, dê rûreşî bibe para şerxwazan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu