IraqNûçeRojhilatanavin

Firrîna firokeyan navbera Tirkiye û Silmaniyê ji nû va dest pê dibin

Navenda pêwendiyn giştî ya Firokexaneya Silêmaniyê ragihand ku desteyek ji Tirkiyê bi mebesta amadekirina rewşê bona jinûve destpêkiirna firrînên navbera vî welatî û Silêmaniyê, seredana firokexaneya Silêmaniyê kirine û ev firrîn heta 10 rojên din ji nû va dest pê dibin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Dana Seîd Berpirsê navenda pêwendiyên giştî ya Firokexaneya Silêmaniyê li hevpeyivîna bi kanala NRT’ê ra ragihand ku boykotn Tirkiyê li dijî Silêmaniyê hatine rakirin û desteyeka taybet ji Saziya Firokevaniya Tirkiyê bi mebesta nirxandina standardên ewlehî û firrînê û jinûve destpêkirina firrînên navbera Silêmaniye û Tirkiyê, seredana firokexaneya Silêmaniyê kiriye.

Wî her wiha got ku li gorî ragihandina razîbûna Tirkiyê û piştrastkirina rewşê ji aliyê desteya navbrî va, firrînên navbera Tirkiye û Silêmaniyê ji nû va dest pê dibin û di roja 24ê Çileya 2019an yekem firrîna navebra Silêmaniye û Tirkiyê piştî 15 mehan pêk tê.

Li gorî gotina Dana, Biryar e ku di qonaxa yekem da her hefteyê 7 firrîn navbera Silêmaniyê û firokexaneyên Tirkiyê pêk bên û di pêşerojê da ev hejmar bên zêdekirin.

Başa dön tuşu