EwropaNûçe

Fransa 3 roj şîna giştî ragihand

Li Fransa ji be rêrişa şeva borî ya li bajarê Nice 3 roj şîna giştî hat ragihandin. Serokwezîrê Fransa Manuel Vals jî da xuyakirin, ku terorîst bo tirsandina xelkê dixebetin. Serokwezîrê Fransa Manuel Vals li Koşka Elisse li Parîs a paytxta wî welatî derbarê êrişa şeva derbasbûyî ya li bajarê Nice de daxuyaniyek rojnamevanî da û tê de ragihand: “Em bi navê Hikûmeta Fransa serxweşiyê li keûkarên qurbaniyên êrişa bajarê Nice dikin û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.”

Manuel Valls amaje bi wê yekê kir, ku hikûmeta amade ye hemû alîkariyên pizîşkî bo çareserkirina birîndaran dabîn bike û herwiha alîkariyên locestîk jî pêşkêşî kesûkarên qurbaniyên êrişê bike.

Şeva borî kamyonek li bajarê Nice yê Fransa bi nav xelkê ket û di encamê de 84 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 120 kesan jî birîndar bûn.

Valls herwiha got: “Bi vê minasibeta xembar hikûmeta 3 rojan weke şîna giştî li Fransa radigihîne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu