EwropaIraqNûçeRojhilatanavin

Fransa daxwaz ji Iraqê dike DAIŞiyan darve neke

Fransa daxwaz ji hikûmeta Iraqê dike, çekdarên Fransî yên di dest wan de girtî ne û yên rêxistana terorîst a DAIŞê ne darve neke.

Îro 28.05.2019ê wezîrê derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, ji çapemeniya welatê xwe re ragehand, ew rêz li serweriya Iraqê digrin, lê dijî cezayê darve kirinê ne.

Jean-Yves Le Drian daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, çekdarên Fransî yên DAIŞê neyên darve kirin û hikûmeta Fransayê jî dê hemû rêkarekî bigre ber xwe bo dûrxistina wan ji cezayê darve kirinê.

Dadgeha bilind a Iraqê cezayê darve kirinê li ser çar çekdarên DAIŞê kir biryar û li ber e demekî nêzîk de wan çar çekdaran darve bikin.

Başa dön tuşu