CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Nûnerê Serokê Amerikayê di Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê Brett McGurk dest ji kar kişand

Nûnerê Serokê Amerîka yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya qaşo Dijî DAIŞê de Brett McGurk piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê îstifa kir.

Ajansa Associated Pressê nûçeya îstifaya McGurk bi lezgînî belav kir.  Berî wî jî Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis bi nameyekê îstîfa kir.

Herwiha 6 senatorên Amerîkî jî name ji Trump ra şandibûn ku biryara xwe di ber çavan ra derbas bike.

Biryara Brett McGurk piştî helwêsta Serokê Amerikayê Donald Trump a vekşandina Hêzên Amerika ji rojhilatê Firatê û deverên kurdî li bakura Sûriyê tê.

Di twitter a Brett McGurk de tişetek li ser vê yekê û sedema dest ji kar kişandinê nehatiye eşkere kirin. Lê medya Amerika ev nûçe belavkiriye.

Başa dön tuşu