Serokkomarê Iraqê got: Em mayîna hêzên Tirkiyê li axa Iarqê bêyî destûra dewleta Bexdayê şermezar dikin.
Serokkomarê Iraqê tekez kir ku hemî hêzên eskerî yên welatên din li Iraqê xêncî Tirkiyê ser îzna dewleta vî welatî hatine axa Iraqê û got ku em bicihbûna hêzên Tirkiyê bêyî destûra dewleta Iraqê şermezar dikin û me bi caran ji dewleta Tirkiyê xwestiye ku van hêzana derxîne û tevî hatina taxima nuneratiya Tirkiyê bo Iraqê û avakirina komîtên hevpar jibo çavdêriya ser paşdevekişyana van hêzana, rayedarên Enqerê hela jî naxwzain hêzên xwe ji vî welatî derxînin.
Li gorî rapora ISNA`yê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li hevpeyvîna taybet tev Yeuro News`ê meselên curbicur ji wan operasyona nêzîk jibo azadkirina bajarê Mûsilê ji dest DAIŞ`ê, alûgurên Sûriyê, hebûna eskerên Tirkiyê li axa Iraqê hilkolandin.
Fuad Mesûm Tekez kir: Em hizûra hêzên Tirkiyê bêyî destûra dewleta Iraqê şermezar dikin. Me pir hewil da û me bi caran ji dewleta Tirkiyê xwest ku van hêzana ji Iraqê derxîne heta ku taxima nuneratiyê ya Tirkiyê hate Iraqê û komîteyeke hevpar pêk hat da ku çavdêriya ser karê paşdevekişyana hêzan bike lê rayedarên Enqerê hazir nebûne hêzên xwe derxînin.
Serokkomarê Iraqê li bara pêşeroja welatê xwe piştî DAIŞ`ê got: Pêdivî ye dewsa şer û pevçûnê navbera civakan û komên curbicur, aramî û aşitî hebe. Ev kara teklîfeke mezin e ku rehet jî nîne û hewcedarê karên hûr û kûr û baweriya bo fikra aşitiyê heye. Hingî dikarin karê vejiyandin û paqijkirina nîşanên şêr ku beşeke berfireh ji Iraqê kavil kiriye, destpê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)