IraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Mesûm: Dê terorîst berdîla êrişa ser Samerayê bidin

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê roja yekşemiyê û li berteka li hember êrişa treorîstî ya Samerayê got: Bila terorîst bizanin ku dê tawana ev kiryara xwe bidin.

 Li gorî rapora malpera nûçan a El-Sumeriye Newsa Iraqê Fuad Mesûm got: Dê bersiva van kiryarên terorîstî were dayîn û sebebkarên vê êrişê dê bi zûtirkê werin  girtin û qisaskirin. Wî her wiha ji teşkîlata dadweriyê xwest ku  pêngavên pêdivî û destxwe jibo jiholêrakirina  tam a  komên terorîstî ku li kemîna  xelkê û ziyaretkirên bêguneh de ne bi kar bîne û rê nede ku êrişên wiha  cardin biqewimin.

Serokkomarê Iraqê  li dawiyê bi malbatên  goriyên  vê êrişa treorîstî hevderdî kir û tekez kir ku  sebebkarên  êrişên wisa ne xwediyê erzişên însanî û exlaqî ne. Vê sibê du kesên întiharî bi teqîna xwe li nêzîkî otbûsên karwanên ziyaretî yên  Îranê nav  parkînga  Îmameynê Eskereyn (s) li Samerayê 7 ziyaretkirên  îranî şehîd kirin û 61 kes jî birîndar kirin.  Çavkaniyên  ewlehiyê yên Iraqê pêştir gotibûn ku  bûyera  teqîna trimbêla  bombekirî nav  parkînga Îmameynê Eskeryn(s) li 1000 mêtriya  tirbên  pqaij bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu