IraqNûçeRojhilatanavin

Fuad Mesûm qedrê merceyê bilindqedir ê Iraqê li bara damezrandina hêzên gelanî girt

Li gorî rapora roja duşemiyê ya malpera nûçan a Eynê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li axiftinekê bi munasibeta dewem salvegera dayînma fetwaya merceyê bilindqedir ji bo damezrandina hêzên gelanî got :Daxwaza ayetullah Sîstanî merceyê bilindqedir ê şîeyên iraqî ji bo rakirina çekê pêşiya pêşdeçûnên terorîstên DAIŞê kir û planên rezîl ên wan bêencam kir.

Fuad Mesûm tekez kir ku damezrandina El-Heşdê El-Şebî komployên kirêt ên terorîstên DAIŞê bêencam kir.

Serokkomarê Iraqê bal kişand ser vê yekê ku fetwaya merceyetê ku tim bûye sedema yekitiya iraqiyan û got ku fetwaya merceyetê xala werçerxanê ya rastîn ji bo rawestana li ber DAIŞ`ê bû û rola bi çarenivîs li serketinan û azadkirian navçeyên dagirbûyî hebûye .

Li vê mersimê her wiha Falih Feyaz serokê taxima El-Heşdê El-Şebî jî got ku hêêzn gelanî karîne ku heybet û mezinatiya Iraqê li civaka navneteweyî vegerînin .

Li vê merasimê hejmarek ji kesayetî û berpirsên Iraqê jî beşdarî kiribûn.

Merceyeta olî ya Iraqê li Hezîrana 2014an ji xelkê vî welatî xwet ku jibo berevaniya ji welêt çekê rakin.

vêca hêêzn Heşdê Şebî hat avakirin ku hêzên wan roleke giring li azadkirina navçan hebûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu