ÎranNûçeRojhilatanavin

Fermandarê hêza bejayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê: Koma 44`an a paporên vê hêzê derbasî oqyanûsa Etlesê bû

Emîr deryavan Hebîbulah Seyar fermandarê hêza deryayî ya artêşa Komara islamî ya Îranê, îro li civîna rojnamevanîyê li Têhranê ragihand ku Koma 44`an a paporên hêza deryayî ya artêşa Îranê  ku paporişkênên Elvend û Bûşêhrê digire ber xwe, derbasî oqyanûsa Etlesê bû û li perravên bendera Dorban a Afrîqaya Başûr  sekinîn.

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Îranê herwiha got ku paporên artêşa Îranê yê di pêşerojê da wekî “paporên aştî û dostîyê“ herin Qezaqistan, Tirkmenistan û Ûrsêtê û ragihand ku Birêxistina manovra gîhandina alîkarîyê û xilaskirinê di navbera Îran û Umanê da niha bûye destrûkar ku yê di pêşerojê da cih bê.

Deryavan Seyarî bal kişand ser nobedarî û iskorta jibo 3844 gemîyên ticarî û niftkêş ji hêla hêza deryayî ya artêşa îranê li Kendava Edenê û got: Hêza deryayî ya artêşa Îranê di warê dabînkirina alavan da ji welatên din bêminet e û li warên mûşekî û ejderî jî xwedanhêz e.

Fermandarê hêza deryayî ya artêşa Îranê herwiha da zanîn ku hêza deryayî ya artêşa Îranê li asta welatên navçê û derveyî navçê mewqîyeke baş heye û niha dest bi avakirina du navçên mezin ên deryayî û 3 pêgehan li perravên Mekranê li başûra rojhilata Îranê kirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu