IraqNûçeRojhilatanavin

Iraq: Idiaya Amerkayê ya li dijî Îranê bêbingeh e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê, idiaya Amerîkayê ku dibêje Komara Islamî ya Îranê sedema êrişa ser kunsolxana wî welatî li Besrê ye, ret kir.

Ehmed Mehcûb, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê şeva buhurî li Waşîngtonê got: Amerîka, Îranê tawanbar dike ku sedema êrişa bi rûkotê ya ser kunsolxana Waşîngtonê ya li Besrê ye ku eva karekî şaş e.

Ehmed Mehcûb herwiha êrişa ser kunsolxana Komara Islamî ya Îranê ya li Besrê şermezar kir û ji ber êrişa hin kesên nerazî ser konsulxana Îranê ya li Besrê heyf û mixabinîya xwe nîşan da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê di eynî halî de ragihand ku dewama karê konsulxana Îranê li avahîyeke nû li Besrê sedema kêfxweşîyê ye.

Başa dön tuşu