IraqNûçeRojhilatanavin

Soza Heyder Ebadî ji bo bilindkirina alaya Iraqê li nav bajarê Mûsilê

Serokwezîrê Iraqê got: Hêzên iraqî alaya vî welatî dê li nav Mûsilê bilind bikin.

Li gor rapora IRIB News’ê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ku piştî azadiya bajarê Felûcê çûye vî bajarî û alaya vî welatî li nav Felûcê rakir soz da ku bi zûtî dê Mûsil jî ji destê terorîstên DAIŞ’ê bê derxistin û alaya Iraqê li nav vî bajarî jî dê bê rakirin.

Ebadî bal kişande ser viya ku hêzên iraqî dê grûpa terorîst a DAIŞ’ê li nav axa Iraqê jinav biben got: Grûpa terorîst a tu ciyekî xwe li nav axa Iraqê tune û li her navçeyekî Iraqê ku bin dê bi destê hêzên iraqî bêne derxistin.

Wî bilî daxwaza ji xelkê Felûcê bona birêxistina cejna azadiya vî bajarî ragihand ku pêwîste hemû xelkê vî bajarî bi aşitî û biratî xwe bona jiyanekî aşitîxwazane amade bikin.

Ebadî herwisa ji xelkê Mûsilê xwest ku guh nedin ew derewên ku grûpa terorîst a DAIŞ’ê belav dikin û û bona azadiya parêzgeha Nêynewayê ji destê terorîstan amade bikin.

Serokwezîrê Iraqê herwisa destnîşan kir; Birek kes dixwazin li ser riya xebata dewlet û parlemana Iraqê manê û berbendan çê bikin ta ku pirsgirêkan li ser riya azadiya bajarê Felûcê çê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu