Koreya Bakur wek berteka li hember boykotên vê dawiyê yên Konseya Ewlehiyê ya NY li dijî vî welatî gefa cengê xwar.
Li gorî rapora roja înê ya IRIB Newsê, Wezareta karên derve ya Kureya bakurî li daxûyaniyekê ragihand biryarnameyên vê dawiyê yên Konseya Ewlehiyê ya NY ku têde boykotên li dijî Kureya bakurî zêde bûye talûkeya şerekî li nîvgirava Kureyê pêk aniye û ev biryarnameya jixwe curek ragihandina cengê ye.
Li vê daxûyaniyê hatiye destnîşankirin Emerîka û welatên din ku li pejiarndina vê biryarnamê û boykotên li dijî Kureya bakurî dest hebûne hemî berpirsê dûhatên her cure şerekî ne.
Daxûyaniya wezareta karên derve ya Kureya bakurî dest daniye ser biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY ku 30 Mijdarê li berteka li hember pêncem ceribîna navokî ya Piyong Yangê li meha Îlonê hat pejirandin.
Wezareta karên derve ya Kureya bakurî li daxûyaniya xwe her wiha ev biryarnameya Konseya Ewlehiyê belgeya cinayetê bi nav kir ku ti htbara xwe tine û mafê hamikiyeta Piyong Yangê binpê dike.
Tê gotin ev boykotên nû derfirotina rejûyê ya Kureya bakurî ku çavkaniya herî giring a derhata vî welatî tê hesabê, sînordar kiriye.
Piyong Yang li vê daxûyaniyê her wiha berevaniya pêncem ceribîna navokî ya xwe kir û wê beşek ji mafê Kureya bakurî derheq berevaniya ji xwe li hember hêzên Emerîkayê û welatên dijmin ên din bi nav kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)