IraqNûçeRojhilatanavin

Vegera awareyên iraqî ser malên xwe bi dû azadkirina rojhilata Mûsilê

Wezareta Koçberîyê ya Iraqê ragihand ku bi dû azadkirina rojhilata Mûsilê, zêde ji 4 hezar awareyên iraqî zivirîne ser mal û halê xwe.

Evdilemîr Reşîd Yarulah fermandarê opêrasyona hevpar a azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê duh danê êvarê bi daxûyanîyekê ragihand ku taxa Melayînê wekî taxa herî dawîyê li rojhilata Mûsilê hat azadkirinê û koma têrorîst a DAIŞ`ê li vê deverê hat kokbirrkirinê.

Mistefa Hamid berpirsê wargehan li wezareta koçberîyê ya Iraqê ragihand ku 4 hezar û 78 awareyên iraqî ku li kempa Hesenşam û Xazirê li rojhilata Mûsilê diman, zivirîne ser malên xwe.

Wî herwiha dîyar kir ku odeya opêrasyonê ya wezareta alîkarîyê ya Iraqê bi hevkarîya ligel wezareta çêkirina rêyan û fermandarîya opêrasyona hevpar, hin otobos jibo veguhestina awareyên mûsilî û hin kamyon jî jibo veguhestina kelûmelên wan terxan kirine.

Rayedarên iraqî herwiha dema vegera awareyan ser malên xwe xarek dan wan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu