ÎranNûçeRojhilatanavin

Iraqçî: Amerîka bi dirûtî û dilreşiyê rê li ber rabûna boykotan digire

Seyd Ebas Iarqçî alîakrê karûbarên hiqûqî û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê û serokê erkantiya şopandina rêketinama navokî ragihand ku dilreşî û durûtiya Amerîka nahêle ku xêra jinavçûna boykotan bigêhje Komara Îslamî ya Îranê.

Seyd Ebas Iarqçî alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezareta karên derve ya Îranê û serokê erkantiya şopandina cihanîna rêketinama navokî li civîna konseya îdarî ya parêzgeha Elburzê li rojavya Têhranê destnîşan kir: Bi fermî naskirina teknolojiya navokî ya Îranê, îbtalbûna biryarnamên konseya ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî û boykotên dijî Îranê sê hedefên Komara îslamî ya Îranê ji gotûbêjên navokî bû ku her sê hedef jî hatine dest.

Iraqçî bal kişande ser viya ku Amerîka dixwest ku Îran ji teknolojiya navokî bê par bibe û got: Îranê qebûl kir ku hejmara 10 hezar santrîfîyujên xwe kêm bike û bigehîne 5 hezaran ta ku heqê navokî yê Îranê bê qebûlkirin û heta Amerîka dixwest ku ava giran a Erakê kêm bike lê ev navenda hîn jî dixebite. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu