CîhanNûçe

Trump, boykota nû li dijî Rûsiyê red kir

Donald Trump cihanîna her cure boykota nû li dijî Rûsiyê red kiriye.

  Li gorî rapora malpera rojnama  New York Timesê rayedarekî koşka Sipî ku nexwest navê wî eşkere bibe got: Armanca  redkirina dewra nû ya boykoatn li dijî Rûsiyê eva ye ku li gor Trump ev boykot pêwîst nînin ji ber ku berteka Moskowayê li hember êrişa hewayî ser Sûriyê tund bû.

Li gorî vê raporê, Trump ji dema  gihêştina  nava Koşka Sipî nîşan da ku  naxwaze bi Pûtîn hevtayê xwe yê rûs re rastî pirsgirêkê were û pirtir  hez kiriye peywendiyeke baş bi serokkomarê Rûsiyê re hebe û loma  Trump bijartina  dubare ya Pûtîn wek serokkomarê Rûsiyê ji wî pîroz kir.

Peywendiyên  Rûsiyê û Emerîkayê di rewşa herî xirab de ye. Dewleta Trump li meha  buhurî, 60 dîplomatên  rûs ji axa Emerîkayê piştî mesela  bijehrêxistina Sergeyî Skrîpal û keça wî li Brîtanyayê derxist.

Başa dön tuşu