BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Gelê Behreynê bo Şêx Îsa Qasim rabûn pê

Xwenîşandan û derketina nav kolanan a gelê Behreynê bi nîşana piştevaniya ji melayê derecebilind ê vî welatî, Şêx Îsa Qasim, di roja îniya bihurî da zêde ji 30 bajarên vî welatî girte ber xwe.

Melayê derecebilind ê Behreynê, Şêx Îsa Qasim ji Hezîrana sala 2017an va heta niha li nav mala xwe hatiye zindanîkirin û vê dawiyê rewşa wî xerab bûye.

Li gorî rapora kanala televîziyoniya Al Alamê, Ebdullah Xerîfî ji zanayên behreynê got ku hebûna Şêx Îsa Qasim li Behreynê ewlehî û aramiyê li vî welatî de misoger dike û erka tevahiya çîn û qatên civakê ji hikûmetê bigire heta gel e ku saxlemiya wî biparêzin.

Hevdem Civata Cîhanî ya Ehlê Beyta Îsmet û Teharetê (S) jî xwest ku kadroya pizişkî ji bo tedawîkirina Şêx Îsa Qasim were xwestin û ji saziyên navnetewetyî jî xwest ku bi anîna zorê ser Rêjîma Alê Xelîfe dawî li dorpêçkirina malê û zindanîkirina di malê da ya Şêx Îsa Qasim bînin. Roja Pêncşemê jî li hin deverên Behreynê gel bi nîşana piştevanî û hogiriya ji Şêx Îsa Qasim derketin kolanan.

Rêjîma Alê Xelîfe bi standina mafê welatîbûnê û mehkemekiirna Şêx Îsa Qasim ji Hezîrana 2016an va navçeya Durazê ku cihê mayîna vî zanayê olî ye, xistiye bin dorpêçê û rê li ber xwendina nimêja Îniyê ya Şîeyan li vê derê digire.

Behreyn ji Sibata sala 2011an va bûye qada nerazîtiyên gelanî li dijî Rêjîma Alê Xelîfe. Gelê Behreynê daxwaza azadî, pêkhatina edalet û  dadê û wêdadayîna cihêkarîyê û desthilatdarbûna dewleteka bijartî li welatê xwe dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu