BehreynNûçeRojhilatanavin

Gelê Behrêynê ji bo piştgiriya ji şêx Îsa Qasim derketin kolanan

Gelê Behrêynê bi nîşana nerazîtiya ji ber tepeserkirna şîeyan û jêstandina mafê hemwelatîtiyê ji şêx Îsa Qasim, melayê nasyar ê şîe li vî welatî, xwenşandanek bi rê xistin.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Press TV`yê, neraziyên behrêynî roja îniyê, 8`ê Tîrmeha 2016`an, bi nîşana nerazîtiya ji ber tepeserkrina şîeyan û wergirtina mafê hemwelatîtiyê ji şêx Îsa Qasim bi dirûşmeya `Îniya fedakariyê` li bajarokên Meamîr, Sitre, Kerane, Alî, Nebiye Salih, Kerzekan, Reis Reman û bajarên din xwenîşandan bi rê xistin.

Li ser esasa vê raporê, hêzên rêjîma Alê Xelîfê bi êrîşa li ser xwenîşanderan li bajarên cûrbicûr ên Behrêynê bi reşandina gulleyên gaza rondikrêj ewna berbelav kirin.

Hêzên Alê Xelîfeyê her viha bi êrîşa li ser malekê li bajarê El-Zehrayê du ciwan girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu