CîhanEfrîqaErebîstanNûçeRojhilatanavin

Gelê Cezayirê bo hatina welîehda Siûdî nerazî bûn û di encama wî konferansa prens Mihemmed bin Selman îptal bû

Ji ber berfirehbûna nerezamendiya xelkê El-Cezayirê li himber hatina Bin Selman welîehdê Erebistanê bo wî welatî, civîna çapemenîyê ya Bin Selman birê neket.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadîn: Ji ber berfirehbûna nerezamendiya xelkê El-Cezayirê li himberî hatina Bin Selman welîehdê Erebistanê bo wî welatî, civîna çapemenîyê ya Bin Selman birê neket û nûçegihanên ku bona Press konferansa wî hatibûne vexwendin birine civîna bazirganan.

Bin Selman Yekşemêşev li nav xwenîşandana berfireye xelkê El-Cezîrê paytexta El-Cezayirê çûye vî welatî.

17 şexsiyetên medyayî û çandî yên El-Cezayirê li daxûyaniyekê sefera Bin Selman bi vî welatî mehkûm kirin û ev sefera bi curekê tehrîkkirina xelkê welatê xwe dane zanîn.

Parek pir ji partî û grûpên siyasî û xebatkarên medenî li welatên afrîqî yê Misr, Tûnis, Mexrib, Mûrîtanî û El-Cezayirê li rojên bihurî bi birêxistina meş û xwenîşandanên curbicur sefera Bin Selman bi welatên xwe mehkûm kirin.

Başa dön tuşu