ÎranNûçeRojhilatanavin

Gelê Îranê bi meşeke pirrcoş piştgirî da Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî

Gelê seranserî îranê piştî nimêja înîyê bi meşeke berfire û pirrcoş piştgirî da Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî.

Gelê seranserî îranê piştî nimêja Înîyê bi meşeke berfire û pirrcoş piştgirî da Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî û kiryara nemaqûl û neqanûnî ya Serokomarê Amerîkayê DSOnald Trump a têrorîstbinavkirina Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî şermezar kir.

Di daxûyanîya dawîya vê meşa piştgirîyê de hatîye: Iqtidar û bandora Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî di warê parastina Inqilaba Islamî de, dijmin asê û lawaz kirine.

Di dewama wê daxûyanîyê de hatîye: Rêvebirên Amerîkayê bi karnama xwe ya reş û cinayetên dijî mirovantîyê ji wan kuştina gelê Yemen, Nîcerîye, Behrêyn, Filistîn, Efganistan, Sûrîye û Iraqê, mînaka têrorîsma dewletê û têrorîstperwerîyê ne.

Gelê Îranê domandina piştgirîya giştalî ya xwe ji welat û gelên ber sitema zorbêj û Sîyonîstan erka xwe ya dînî, şoreşgêrî û insanî dizane û pêgirîyê dike: Her pêngava dijminan a dijî yekperçetîya axa Filistînê û Golana Sûrîyê neqanûnî, berovajî qirarên navnetewî û mehkûmê işkestê ye.

Dewleta Amerîkayê di 8`ê Nîsanê de di dewama kiryarên dijî Îranê û sîyaseta zexta ser hêzên ku bi têkoşîna dijî komên têrorîst, nehîştine Waşîngton di warê pêşdebirina armancên xwe li navçê de ser keve, plana xistina navê Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî xist lîsteya sazîyên qaşo têrorîst a xwe.

Başa dön tuşu