ÎranNûçeRojhilatanavin

Gelê Îranê bo Merziye Haşimî meşîyan

Parek ji xwendevan û xelkê Îranê bona diyarkirina nerezamendiya xwe li hemberî girtina neqanûnî ya nûçegihana Press TV`yê li Amerîka li beranber baylozxaneya Sûyîsê li Têhranê kom bûn û ev kiryara dewleta Amerîka mehkûm kirin.

Polîsên Amerîkayê roja Yekşemiya bihurî xanima Merzîye Haşimî pêşkêşvana esilamerîkî ya PRESSTV`yê ku ji bo dîtina malbata xwe çûbû wî welatî bê tawan girtin.

Li gor rapora IRIB Newsê,  xwendevan û xelkê nerazî yên Îranê îro yekşemê  baylozxaneya Sûyîsê li Têhranê ku parêzerê qazancên Amerîka li Îranê ye bilî mehkûmkirina girtina xanima Haşimî xeberhinêra Press TV`yê ji aliyê dewleta Amerîka daxwaza azadkirina wê kirin.

Peyman Cibilî birêveberê pişka dervesînorî ya Radyo-telivîzyona Îranê jî şemêşev li bara girtina xanima Merziye Haşimî nûçegihana Press TV`yê bal kişande ser reftara nenormale polîsê federal a Amerîka (FBI)`yê û got: Eger qirar bû ku xanima Haşimî weke şahida dosiyekê be ku li vê dosiyê wê tu nexş û rolek tune gere ku jê wê dewet dibû ne ku dest û piyên wê girê bidin û bê hurmetiya wê û bawerên wê bê kirin.

Cibilî got: Gor daxûyaniya dadgeha Amerîka heta niha tu tawaneke xanima Haşimî tuneye.

Medyakarên zav li cîhanê jî bilî mehkûmkirina girtina xanima Haşimî daxwaza azadiya bileze wê kirin.

Hema li vê barê da xanima Merzîye Haşimîyê ku tenê carekê bi rêka telefonê digel malbata xwe axiviye, gotîye ku di zîndanê de çarşev û laçika wê bi zorê rakirine, qeyd û bend xistine dest û pêyên wê û tevî ku nexwestîye xwareka ku goştê beraza têda bûye, xarekên helal nedanê bi awayekî ku di van çend rojan da tenê nanê tisî ber destê wê hebûye.

Başa dön tuşu