ÎranNûçeRojhilatanavin

Gelê Îranê hertim amade ye ku ji îslam û înqilabê berevaniyê bikin

Wezîrê ewlekariyê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê Îranê hertim û di her demê da amade ye ku ji îslam û ramanên Înqilaba îslamî berevaniyê bike.

Mehmûd Elewî wezîrê ewlekariyê yê Îranê roja pêncşemiyê li şeşmîn dewra pêşbirkên seranserî yên nqurana kerîm li Abadanê (başûrê rojavaya Îranê) destnîşan kir: Roja 9`ê Dêya sala 1388`an (30`ê kanûna 2009`an) roja rabûna ser piyan a gelê serhildêr ê Îranê ji bo berevaniya ji nirx û xalên Înqilabê ye.

Elewî her wiha got: Gelê Îranê bi caran selimandiye ku dema qala berevaniya ji xalên Înqilabê tê kirn, tên meydanê û ji nizama xwe berevaniyê dikin.

Wezîrê ewlekariyê yê Îranê got: Gelê Îranê di zivistana 2009`an da dema ku dît hurmeta Aşûra, vbinemala paqij a pêxember (S) û xalên Welayeta Feqîh hat şikandin û kete ber destdirêjiyê, di bin ala welayetê ji bingeh û xalên îslamê berevanî kirin.

Merasima rêzgirtina li hemaseya gelanî ya 9`ê meha Dêyê, roja kûrbînî (besîret) û peymangirêdana Umetê digel Welayetê roja pêncşemiyê li seranserî Îrana Îslamî bi amadebûna şîn û qatên cûrbicûr ên xelêkê hat lidarxistin.

Gelê Îranê di meşa girseyî ya xwe ya miliyonî di roja 9`ê meha Dêya sala 1388`an a Koça Tavî (Beranberî roja 30`ê Kanûna 2009`an) bi ragiahndina bêzariya ji binpêkerên nirx û qanûnê li civakê, bersiveke vebirr û qahîm dane kesên komploger ku bi mehneya sextekariya li hilbijartina dehemîn dewra serokomartiya Îranê, riya nedirust û şaş girtibûn ber xwe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu