ÎranNûçeRojhilatanavin

Gelê Îranê yê di 11`ê Sibatê de bersiva dijminan bide

Fermandeyê gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê got: Gelê Îranê li meşa roja 22`yê Behmenê (11`ê Sibatê- salvegera serketina inqilaba islamî) bi pişkdarîya berfire dê bersiva dijminên Inqilaba Islamî bide.

Serleşker Mihemed Elî Ceiferî fermandeyê gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê îro li koma nûçegihanan li bajarê Têhranê herwisan got: Tevî hemî komployên dijminan, gelê Îranê dê bi awayekî berfire li meşa roja 22`yê Behmenê pişkdar bibe.

Serleşker Ceiferî herwisan got: Inqilaba Islamî ya Îranê demajoyeke dayimî û birojbûyî û geş e ku gellek dijminên wê hene.

Inqilaba Islamî ya Îranê di 11`ê Sibata sala 1979`ê de bi rêvebirîya hezretê Îmam Xumêynî (RE) xîmdanerê Komara Islamî ya Îranê li hemberî rêjîma Pehlewî ser ket.

Gelê seranserî Îrana islamî bi vê boneyê bi pişkdarîya berfire li meşa salvegera serketina Inqilaba Islamî, peymana xwe bi armancên xîmdarê Komara Islamî û hezretê ayetulah Xaminêyî rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî re dubare dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu