ErebîstanIraqNûçeRojhilatanavin

Yekemîn karwanê heciyên Herêma Kurdistanê Iraqê çû Erebistanê

Yekemîn karwanê heciyên Herêma Kurdistanê Iraqê berê xwe de Erebistanê. Rayedarekî hikûmetê jî dibêje, di nav 15 rojan de tevahiya heciyan dê bigihên Erebistanê.

Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Herêma Kurdistanê Iraqê Nebez Îsmaîl li ser rûpela xwe ya facebookê ragihandiye, îro danê sibê yekemîn karwanê heciyên Herêma Kurdistanê Iraqê bi rêya firokexaneya Hewlêrê re berê xwe da Erebistanê.

Nebez Îsmaîl daye zanîn, heta roja 7 Tebaxa îsal tevahiya heciyên Herêma Kurdistanê Iraqê dê bigihên Erebistanê û gotiye, îsal hejmara heciyên Herêma Kurdistanê Iraqê 5 hezar û 496 kes e û dê di nav 15 rojan de hemû bigihên Erebistanê.

Başa dön tuşu