“Gelê me ji terorê natirse û tim berxwedêr û xurt e“
Li gorî rapora IRIB News`ê, ayetullah Sedîqî li xutbeyên nimêja îniyê ya îro ya Têhranê bal kişand ser buyera terorsîtî ya roja çarşemiyê û got: “Ev buyera terorîstî karê cîhana îstikbarê ye“.
Pêşnimêjê demkî yê Têhranê destnîşan kir: “Dijminan ji riya selefiyan, El-Qaide, Taliban û DAIŞ damezrandin“.
Ayetullah Sedîqî tekez kir: “Îro rojê ciwanên Îranê xwediyê qawet û hêza zêdetir û bîr û ramanên Îslamî ne û ev teror dê tu derbeyê lênexin û gelê Îranê tim berxwedêr e û dê ticarî li hember îstikbara cîhanî û Emerîkayê paşde venekişe.
Wî ji hêzên ewlehiyê û Sipahê pasdaran ji ber serkutkirina terorîstan bi buhayeke kêm spasî kir.
Ayetullah Sedîqî di dewamê de bala xwe da ser taybetmendiyên kesayetiya Îmam Xumeynî (RE) û got: “Hezretê Îmam Xumeynî (RE) bi geşatî û bi qawet li hember liv û tevgerên îlhadî yên tam çekdar sekinî“.
Pêşnimêjê demkî yê Têhranê her wiha, Inqilaba Îslamî ya Îranê, inqilabeke cîhanî û taybeyî belengaz û çîn û qata xizan a cîhanê da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)