Gelê Misrê îro anku Duşemiyê diçin navendên dengdayînê da ku serokomarê tê yê welatê xwe bibijêrin.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê kanala têlêvîziyoniya Sky Newsa Erebî, pêşbînî tê kirin ku Evdilfettah Elê Sîsî ji nû va were bijartinê.
Di dema Mihemed Mursî, serokomarê berê yê Misrê da ku li pey nerazîtiyên berfireh di sala 2013an ji desthilatê va hat wêdadayîn, Evdilfettah El Sîsî fermandarê artêşê bû.
Sîsî niha dixebite ku di heyama mçarsalî ya din da jî bibe serketiyên hilbijartinê.
Desteya neteweyî ya hilbijartina Misrê 6 miliyon belgeyên dengê yên nayên guhertin û sextekirin, belav kirine ku li ser her kartekê hejmara Sêriyal û hin nîşane hatine çapkirin.
Rayedarekî ewlehiyê roja Yekşemiyê ragihan dku 350 hezar efser û hêzên polîs bi hevahengiya hêzên çekdar ji bo dabînkirina ewlehiay hilbijartina serokomartiya Misrê bi cih dibin.
Hewildanên ji bo nîşandana zelalbûna vê hilbijartinê li halekî pêk tê ku îzna beşdariya li vê hilbijartinê ji pirraniya kesên ku daxwaza rikeberiya digel Sîsî û berendamtiya li hilbijartinê dikirin, nehatiye dayînê. Hin kes ji van berendaman li pey ragihandina meyla xwe ya berendambûna li hilbijartinê, niha di girtîgehê da ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)