İslami Davet Kurdi Bange İslami

Gelê Ozbekistanê diçe ser sindoqan ta ku serokekî nû ji bo welatî bibijêre

Şewket Mirziyoyevê ku piştî mirina Kerimov wek serokê demkî hat tayînkirin, wek favoriyê hilbijartinê dixuyê. Mirziyoyev ji sala 2003an de peywira serokwezîrîtiyê pêk diane.

Ji aliyê din ve, reqîbên Mirziyoyev, serokê parlementoyê Hotamcon Ketmonov, Serokê Partiya Hişyariya Neteweyî ekonomîst Sarvar Otamuratov, serokê Partiya Sosyalîst Narimon Umarov. Ketmonov û Otamuratov di hilbijartinên berê de bûbûn reqîbê Kerimov lê tenê 3% ji dengan stendibûn.

Ji bo hilbijartinên serokatiya Ozbekistanê derbasder bên hesibandin, divê rêjeya beşdarbûnê herî kêm 33 be. Nexasim komîteya hilbijartinê rêjeya beşdarbûnê bi qasî 33.73 ragihand. Dengdanê saet 00:06an dest pê kir û ew ê saet 22:00 bi dawî bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version