NûçePakîstanRojhilatanavin

Gelê Pakistan derketin nav kolanan

Bi hezaran kes ji gelê Pakistan di duyemîn roja li pey hev da li bajarên cûrbicûr ên vî welatî bi nîşana nerazîtiya li hemberî azadkirina jineka pakistanî ku bêhurmetî li pîrozweriyên îslamî kiriye, derketin nav kolanan.

Li gorî rapora IRNAyê, Bi ragihandina hikmê azadkirina Asiye Bîbî, jina xirîstiyanî ya ku bêhurmetî li pîrozweriyên îslamî kiriye, ji aliyê Dîwana Bilind a Pakistanê va, gelê vî welatî îro Pêncşemiyê careka din hevrê digel komên mezhebî yên Pakistanê bi nîşana nerazîtiyê li bajarên cûrbicûr ên vî welatî xwenîşandan bi rê xistin.

Xwenîşanderan daxwaza îdamkirina Asiye Bîbîyê kirin.

Xwenîşanderan her wiha li bajarên Lahûr, Moltan, Keraçî, Ravilbendî û Îslam Avayê bi hêzên polîs ra ketin pevçûnê.
Asiye Bîbî ku jineka pakistanî ya Xirîstiyanî ye, çend salan beriya niha bi sûcê bêhurmetiya li pîrozweriyên îslamî ji aliyê Dîwana Bilind a vî welatî va hikmê darvekirinê lê hate birrîn.

Başa dön tuşu