CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Gelê Sûdanê li ber Meqera Erkantîya Artêşê li Xartûmê ye

Bi hezaran kes ji gelê Sûdanê şeva buhurî li ber Meqera Erkantîya Artêşê li Paytexta vî welatî Xartûmê civînan û dijî kiryar û biryarên Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilatê derketin.

Ligorî rapora Kanala Nûçan a Sky NEWS`ê, xelkê Sûdanê nerazîbûna xwe himberî wadeyên Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilatê nîşan dan.

Komîteya Lidarxînera Grevê jî ragihand ku tu guhertinek di hikûmeta Sûdanê de neqewimîye.

Di vî halî da Yekitîya Esnafên Sûdanê jî di daxûyanîyekê de xwest ku desthilat zûka radestî dewleteke sivîl bê kirinê.

Di daxûyanîya Yekitîya Esnafên Sûdanê de hatîye ku Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilata vî welatî dewama pergala berê ye û alternatîv nayê hesêb.

Ew Yekitîya her wiha radigihîne ku azadî, guhertin, aştî û dadperwerî ji daxwazên gelê Sûdanê ne.

Artêşa Sûdanê roja Pêncşemê bi derbeyekê wêdeçûna Serokomarê vî welatî Umer Al Beşîr ragihand û basa pêkhatina Civata Leşkerî ya Veguhestina Desthilatê kir.

Umer Al Beşîr di sala 1989`ê de bi derbeya dijî Serokwezîrê demê Sadiq Mehdî de hatibû ser desthilata Sûdanê.

Başa dön tuşu