NûçeÎranRojhilatanavinSûriye

Gelê Sûriyê hevxemiya xwe bi gelê Îranê ra diyar kir

Li pey cinayeta terorîstî li tirba paqij a Hezretê Ehmed ibni Mûsa (S) li bajarê Şîrazê yê navenda parêzgeha Farisê li başûrê Îranê, gelê Sûriyê tevî diyarkirina hevgirtin û hevxemiya xwe bi gelê Îranê ra, derbarê dûhatên ji ber komploya dijminan hişyarî da.

Gelê Sûriyê ku di deh salên derbasbûyî da tûşî komên terorîstî-tekfîrî bûye, tevî diyarkirina hevgirtin û hevxemiya xwe bi gelê Îranê yê misilman ra, cinayeta terorîstî li herema Şahçiraxê ya Şîrazê şermezar kir.

Wezareta derve ya Sûriyê jî roja Pêncşemiyê bi daxuyaniyekê ev cinayeta terorîstî bi tundî şermezar kir û ragihand ku Sûriye bi hemî hêza xwe li kêleka Komara Îslamî ya Îranê ye.

Heta niha welatên Rûsiye, Çîn, Tirkiye, Pakistan, Ermenistan, Komara Azerbaycanê, Misir, Venezuela, Oman, Sûriye, Iraq, Imarat û Fenlandê ev êrîşa terorîstî şermezar kiriye.

Başa dön tuşu