NûçeRojhilatanavinYemen

Gelek ji kirêgirtiyên Erebistanê li Yemenê hatine kuştin

Li operasiyona artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li bakûra vî welatî, birek ji kirêgirtiyên Seûdî hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa fermî ya Sebaya Yemenê, artêş û hêzên gelanî yên Yemenê, îro duşemê bilî ku êrişa kirêgirtiyên seûdî li parêzgeha El-Cûfê li bakûra vî welatî bê encam kirin bi dehan kirêgirtî kuştin yan jî birîndar kirin.

Li vê operasiyonê Elî Ebdullah Etîq El-Efqehemî fermandarekî kirêgirtên Erebistanê jî hate kuştin.

Li gor raporeke din li şer û pevçûna di navbera hêzên artêş û gelanî yên Yemenê dijî hêzên Mensûr Hadî serokkomarê dest ji karberdayî yê Yemenê, bi dehan kirêgirtî hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Bingehên yemenî herwiha ragihandin ku li şer û pevçûna navbera hêzên artêşa Iraqê û hêzên gelanî yên vî welatî dijî kirêgirtiyên Riyazê li navça Servah li parêzgeha Maribê gelek terorîst hatine kuştin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu